Vaye dîsa Adar hat,bi gul û buharaxwe,bi kul û hêsirênxwe, bi newroz û pîrozbahîyaxwe,û wekî hemû Adara emê dê werin û tembîya te bi cî bînin,emê te hi?yar bikin…..emê ji herdû kêlên gora te hezar keskesoran bihûnin û li ezmanê welat biwerînin,ey sitêra nemir….em tevde mirîne û tû bi tenê zindîye..tû her kêlîkê me hi?yar dike,zumîna (ÊMÊ) û (NESRÎN) ji gerdûnê nayê hilatin.tû bi tenê zindîye…tû bûye perçeyek ji jyana me …êdî çawa tê bemire û roka sibehê ji nav tilîyê te dihilê û li ser têlên tembûra te diçe ava….hey hêja…hey Bavê Felek.. Me ji Adarê hezkir…û wê jî ji me hezkir…lê mixabin……pir sitem li me kir gava te ji navme revand û canê te pêçand bi evîneke sermedî…çi Adarek xweperest qêmî? nekir hevparîya me bike bi hezkirina te…..qêmî? nekir go barana zivistanê û pelên payîzê û surbayên havînê bibin dildar û binalin çaxê te digot:EVÎNA TE EZ PÎRKIRIM…….çi Adarek xwe perest û sitemkar???? Erêêê Bavê Felek…..li me bibûre ger Adarê ji me bêtir ji te hezkir….bibûre ger me nikarîbû te ve?artiba ji pencên mirinê ..lê tucarî nebûre heger rojek were û em te jibîrbikin….yan Adarekê em te hi?iyar nekin….